Kurdistan | Wê ji cotkar û sirketên pêdiviyên çandiniyê ji derve dikirin bac neyê standin

Kurdistan | Wê ji cotkar û sirketên pêdiviyên çandiniyê ji derve dikirin bac neyê standin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê Husên heme Kerîm ragihand, şirketên ku pêdivî û tiştên çandiniyê ji derve hawirde dikin, ji dayîna bacê têne efûkirin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê diyar kiriye ku hikûmeta Kurdistanê ji bo piştevanîkirin û teşwîqa cotkaran û pêşxistina sektora çandiniyê, rizamendî nîşan da ku ew şîrket û kompaniyên ku tişt û pêdiviyên çandiniyê ji derve hawirde dikin, ji dayîna bacê bên efûkirin.

Husên Heme Kerîm got, pêdiviyên çandiniyê di pêşxistina sektora çandiniyê de xwedan roleke gelekî mezin in. Her çiqasî wezaretên darayî û çandiniyê ji ber krîza darayî nekaribin tov û peyîn û pêdiviyên esasî ji cotkaran re dabîn bikin lê ev pêngava hikûmetê dikare alîkariyeke baş be ji bo cotkaran.

Berdevkê wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê bibîr xist, êdî cotkar jî dikarin yekser tov û peyîn û pêdiviyên din ji derve hawirde bikin û da zanîn, şîrketên ku wan pêdiviyan hawirde bikin bac ji wan nayê standin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin