Qatar: “Kurdistan bo veberhênanê derfetekî base”

Qatar: “Kurdistan bo veberhênanê derfetekî base”

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Qatarê û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed B. Abdurrahman Al Sanî di seredana xwe ya Hewlêrê de bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinekî kir. Sanî di hevdîtina xwe de got ku veberhênana li Kurdistanê bo wan derfetekî başe.

Al Sanî di hevdîtina xwe de ji Emirê Qatarê ji Temîm bîn Hamed Al Sanî silavan gihand serok Barzanî.

Wezîr Al Sanî her weha balê kişand ser aramî û îtîqrara herêma Kurdistanê û got ku bo veberhênanê herêma Kurdistanê derfetekî başe. Al Sanî her weha got ku bi danîna balyozxana Qatarê li Hewlêrê bo aboriyê derfet û bo neqilkirina sermaye dê zemînekî baş be û hêviya xwe bo pêşdebirina têkiliyên Hewlêr û Dohayê ragihand.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku bi pêşwazîkirina heyeta Qatarê kêfxweşe û danîna konsolosxaneya Qatarê li Hewlêrê bo wan ciyê kêfxweşiyê ye. Barzanî her weha got pêşdeçûna têkiliyên Kurdistanê û dewleta Qatarê kêfxweşiyê dide wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin