Rejîma Îranê di hefteya borî de 6 girtî bi dar ve kirin: 2 ji wan Kurd in

Rejîma Îranê di hefteya borî de 6 girtî bi dar ve kirin: 2 ji wan Kurd in

PeyamaKurd – Komara Îslamî ya Îranê cezayê bidarvekirinê li ser 6 girtiyan li 4 girtîgehên cuda pêk anî. Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 2 ji wan girtiyan Kurdên xelkê Kirmaşanê bûn, û di nav kesên hatine bidarvekirin jineke girtî jî hebû.

Ji nav van girtiyan, 2 Kurdên xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bi tawanên "kuştina biqest" hat pêkanîn.

 

Seîd Pîrî: Sibeha roja Pêncşemê, 30ê Cotmeha 2025an, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.

Peyman Rostemî: Di 22yê Cotmehê de, li Girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê bi heman tawanê hat bidarvekirin.

Saziya Hengawê tekez kir ku nûçeya bidarvekirina van her 6 girtiyan heta niha di tu medyayeke fermî ya hikûmetî an jî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de nehatiye weşandin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.