Zilamekî Rûs di nav kolanên Alanya de bi kêrê li jina xwe xist

Zilamekî Rûs di nav kolanên Alanya de bi kêrê li jina xwe xist

PeyamaKurd – Jin û mêrekî Rûs ku li ber hevberdanê bûn, li navça Alanya bi ser Antalya de, di nav kuçê de li hev xistin. Jinik bi derbên kêra birîndar bû û ew birin nexweşxanê. Mêrê wê reviya lê di wextekî kurt de polîs ew girt.

Zilamê Rûsî yê bi navê M.G. bi jina xwe ya bi navê A.G.re li hev nedikir û di orta kolanên Alanya de munaqeşe dikin û paşî zilam bi kêrê li jina xwe dixe.

Dema tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê, birîndarê dibin nexweşxanê. Hat ragihandin ku birînên jinê xedar nînin û talûka jiyana wê nîne.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.