Rejîma Îranê li Îlamê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, sibeha Çarşemî, 9ê Tîrmeha 2025an, Hesen Mensûrî, girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Girtîgeha Navendî ya Melayirê ya Îlamê, ji aliyê rejîma rejîma Îranê ve hatiye bidarvekirin.
Hengawê ragihand ku Hesen Mensûrî, berî 6 salan bi tohmeta "madeyên hişbir" hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê hat kirin.
Hengawê tekez kir ku heta dema ku wê ev rapor weşandiye jî, agahiyên derbarê bidarvekirina vî girtiyê Kurd de di medyaya hikûmetî û platformên bi ser Dezgeha Dadwerî de nehatine belavkirin.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.





