Rêûresma bikarxistina westgeha ceyranê Xebat pêk tê

Rêûresma bikarxistina westgeha ceyranê Xebat pêk tê

PeyamaKurd - Rêûresma bikarxistina Westgeha Ceyranê Xebat, bi tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ve pêk tê.  

Berî vê, bi hewla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tîmeke Koryaya Başûr ji bo bikarxistina westgeha ceyranê Xebat, hatibûn Hewlêrê û du merheleyan kar li wê westgehê kiribûn. Piştî vê, biryara 40 milyon Dolar ji bo bikarxistina westgehê hatibû dayîn.

Wezareta Ceyranê diyar kir, bi temamkirina karên wê westgehê, wê 150 mîgawat ceyran zêde bibe. Bi vê yeke, demjimêrên ceyrana niştimanî di vê werzê havîna germ da dê zêde bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin