Riha | Ji bo mîras negihe wan xwiska xwe û mêrê wê kust

Riha | Ji bo mîras negihe wan xwiska xwe û mêrê wê kust

PeyamaKurd -  Li navçeya Hewangê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê kesekî ji bo mîrasa malbatê negihe wan, bi çekê xwişka xwe û mêrê wê kuşt. 

Li gorî zanyariyan, li gundê Kabacak ê navçeya Hewangê ya Rihayê, kesê bi navê Îzzet D. Ku bixwe çeka cerdevaniyê ligel wî hebû, xwişka xwe Aysel Yaşar (41) û mêrê wê Îbrahîm Yaşar (46) kuşt.

Piştî bûyerê cenderme û tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê Aysel Yaşar û Îbrahîm Yaşarê bi guleyan hatibûn birîndarkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewangê.

Hat ragihandin ku Aysel Yaşar û Îbrahîm Yaşar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gorî zanyariyan wî kesî ji bo mîrasê malbatê negihe wan, xwişka xwe û mêrê wê kuştiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin