PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îşev li ser agahiyên îstîxbarî derbarê Îranê de wê axaftinekê bike.
Li gor agahiyên di dest de Serokê Îsraîlê dê li Tel Avivê li baregeha eskerî ya Kiryayê biaxive û herwiha dê ne behsa îdîayên duhî yên li ser lêdana baregehek Îranê ya li Sûriyeyê bike, dê behsa peymana nukleerî ya Îranê bike.
Rojnamegerê Îsraîlî Barak Ravid îdîa kir ku Netanyahu dê ‘agahiyên nû yên îstixbaratê' parve bike, ku Îran li beramberî peymanê jî bernameya nukleerê didomîne.
Netanyahû diparêze ku Îran ji bo tunekirina Îsraîlê hewl dide çeka nukleerî çêbike. Serokwezîrê Îsraîlê duhî li Îsraîlê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin