Çeteyên 16ê Cotmehê xwestin Kurdistanê jî teslîm bikin

Çeteyên 16ê Cotmehê xwestin Kurdistanê jî teslîm bikin

PeyamaKurd - Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî ragihand ku plana hin aliyên Kurdistanê hebû ku wek Kerkûkê, Herêma Kurdistanê jî radestî Bexdayê bikin, lê ew yek ji wan re neçû serî û dîplomasiya Serokwezîrê Kurdistanê bû sedem ku hevsengiya hêzê bê guhertin.

Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî li bajarokê Seyid Sadiq di bangeşeya hilbijartinan de li ser bûyerên 16ê Cotmehê axivî.

Fazil Mîranî got, "Dîplomasiya PDKê karî pilanên nezanan pûç bike û li Kerkûkê karîna bergiriyê hebû û xelk rastiyên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî dizane û nayên veşartin".

Fazil Mîranî di derbarê beşdariya Partiya Demokrata Kurdistanê di hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê de jî got: "Pirsgirêka me ne li gel Malikî û Ebadî û Elawî û Ceiferî ye, lê pirsgirêk li gel wê eqliyetê ye ku hîn Kurdan qebûl nake. PDK wê di van hibijartinan de bihêz beşdar bibe, ji ber ku heger PDK bihêz be wê Kurdistan jî bihêz be.”

Mîranî axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e piştî pênc rojên din, dema ku dengdan destpê bike, ji bo ku em destkeftên xwe biparêzin, hemû endamên PDKê û dostên PDKê, gilî û gazinên xwe bidin aliyekî û beşdarî dengdanê bibin, em endamên PDKê wiha ne û di pêşerojê de jî divê em wiha bin û pêwîst e em di nav xwe de jî xefûr û rehîm bin û beramberî neyarên derve bihêz rawestin.”

Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku pilana hin aliyên Kurdistanê hebû ku wek Kerkûkê, Herêma Kurdistanê jî radestî Bexdayê bikin, lê ew yek ji wan re neçû serî û dîplomasiya Serokwezîrê Kurdistanê bû sedem ku hevsengiya hêzê bê guhertin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin