Seqiz | Çekdarên rejîma Îranê di protestoyên de kana zêr de xortekî Kurd qetil kir

Seqiz | Çekdarên rejîma Îranê di protestoyên de kana zêr de xortekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Duh, Duşema 15ê Îlona 2025an, hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan reşand ku li dijî projeya kana zêr a "Qulqule" li bajarê Seqizê kom bûbûn. Di encama vê êrîşê de, xortê ê bi navê Mihemedemîn Reşîdî yê 22 salî hat qetilkirin û herî kêm 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyên ku Saziya Mafên Mirov a Hengawê belav kirine, bûyer duhnpiştî nîvro, Duşemê, 15ê Îlonê, li nêzîkî gundê "Pîr Umeran" qewimî. Welatiyên herêmê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî berdewamkirina projeya kana zêr, ku weke gefekê li ser jîngeh û çavkaniyên avê dibînin, çalakiyeke aştiyane li dar xistibû. Çekdarên rejîmê bi awayekî rasterast gule bera nav gel dan û di encamê de Mihemedemîn Reşîdî canê xwe ji dest da.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûne weke Ramiyar Reşîdî, Mihemed Reşîdî û Hêmin Reşîdî hatine naskirin û hat diyarkirin ku ew jî xizmên Mihemedemîn Reşîdî ne. Hate ragihandin ku cendekê Reşîdî û kesên birîndar neqlî nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya li bajarê Baneyê hatine kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku nexweşxaneya li Baneyê ji aliyê hejmareke zêde ya hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin û rê nayê dayîn ku kes serdana birîndaran bike. Herweha, hat zanîn ku xetên telefonê yên navçeyê hatine qutkirin û ev yek jî nîgeraniyên li ser rewşa herêmê zêdetir dike.

Hengawê bi bîr dixe ku ev ne cara yekem e ku xelkê Seqizê li dijî kana zêr a Qulquleyê nerazîbûna xwe tîne ziman. Di mehên borî de jî gelek çalakvanên jîngehparêz û welatiyên herêmê ji ber zirara ku kan digihîne zeviyên çandiniyê, çavkaniyên avê û jîngeha herêmê, gelek caran xwepêşandan li dar xistibûn û daxwazname ji bo rawestandina projeyê pêşkêş kiribûn.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.