Serok Barzanî pêswaziya rûsipiyên Ereb ên Mexmûrê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 03.11.2025an li Pîrmamê pêşwazî li şêx û rûspiyên Ereb ên Mexmûrê kir.
Serok Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo rola erênî ya şêx û rûspiyan di parastina deverê de. Wî tekezî li ser giringiya parastina çanda biratiya di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din de kir.
Serok Barzanî bang li xelkê Mexmûrê kir ku bi xurtî beşdarî hilbijartinên parlamentoya Îraqê bibin. Wî daxwaz kir ku piştevaniya wan aliyan bikin ku ji bo asayîkirina rewşa herêmê û cîbicîkirina Madeya 140ê ya destûrî xebat kirine.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.