Serok Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê bo Sırrı Süreyya Önder belav kir

Serok Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê bo Sırrı Süreyya Önder belav kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser koça dawiyê ya endamê heyeta Îmraliyê û hem parlementerê DEM Partiyê Sırrı Süreyya Önder peyama sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku hewlên Önder yên ji bo çareseriya aştiyê ya li Tirkiyê ‘hêjayê teqdîr’êne. Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Min bi xemgînî koça dawiyê ya Sırrı Süreyya Önder bihîst. Önder, di jiyana xwe de destekê daye têkoşîna aştiyê û siyasetê. Xebatên wî yên bo avakirina aştiya li Tirkiyê yên teqdîrê ne.”

Serok Barzanî di peyama xwe de bo malbata Önder, dostên wî û destekvanên wî sersaxiyê xwest û dewam kir:

“Xwedayê mezin rehma xwe lê bike, bo malbat, kesên hezkiroxên wî sebrê û metanetê dixwazim”

Li gor ragihandina DEM Partiyê; wê cenazê Önder di roja 05.05.2025an de roja Duşemê li Îstenbolê bispêrin xakê.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.