Ji bo salvegera qirkirina êzîdîyan banga çalakîyê

Ji bo salvegera qirkirina êzîdîyan banga çalakîyê

PeyamaKurd - Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi helkefta  salvegera qirkirina Êzîdîyan banga çalakîya bêdengbûnê kir.

Li gor bangê di 3yê Tebaxê de, di 11:00an de dê çalakîya deqeyek bêdengî were li dar xistin.

Di 3yê Tebaxa 2014’an de terorîstên DAIŞê li herêma Şengalê êrîşeke berfireh biribû ser civaka Êzîdî. Di êrîşê de bi hezaran jin, zarok û zilamên êzîdî ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin û revandin.

HDK di daxuyanîyê de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku qirkirina Ezîdîyan wek jenosîd nas bike û mafên wê civakê biparêze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin