SOMO: Danûstandinên ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê berdewam dikin

PeyamaKurd – Îro, 16ê Îlona 2025an, Rêveberê Giştî yê Şirketa Danûstendina Petrolê ya Iraqê (SOMO), Elî Şetrî, ragihand ku danûstandin ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê berdewam dikin. Şetrî tekez kir ku ev pêngav dê Iraqê bike çavkaniyeke sereke ya enerjiyê ji bo bazara Ewropayê.
Di daxuyaniya xwe de, Rêveberê Giştî yê SOMOyê diyar kir ku ji aliyê wan ve hemû peyman û erkên bi şirketên ku berê petrola Herêma Kurdistanê dikirîn re hatine temamkirin. Lêbelê, ji bo ku hinardekirin ji nû ve dest pê bike, divê hikûmeta federal, hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên hilberîner ên petrolê li ser mekanîzmaya cîbicîkirina yasaya budceyê bigihîjin rêkeftineke dawî. Şetrî got, "Li ser vê mijarê têgihîştineke baş hatiye bidestxistin û hewlên ji bo gihîştina rêkeftinekê bi Tirkiyeyê re jî berdewam in."
Li gorî qanûna budceya giştî ya Iraqê, ji bo her bermîleke petrola ku ji Herêma Kurdistanê tê derxistin, bihayekî demkî yê 16 dolaran weke lêçûna hilberînê û veguhestinê hatiye destnîşankirin. Elî Şetrî da zanîn ku niha petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin nayê hinardekirin û tenê di bazara navxweyî de tê bikaranîn.
Şetrî bal kişand ser giringiya stratejîk a petrola Kurdistanê ji bo Ewropayê û got, "Destpêkirina hinardekirinê dê rola Iraqê weke çavkaniyeke sereke li bazara Ewropayê xurt bike, nemaze di nav krîza enerjiya Rûsya-Ewropayê de. Kalîteya petrola Iraqê nêzîkî ya petrola Rûsyayê ye."
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya ku rojane nêzîkî 400,000 bermîl bû, ji Adara 2023yan ve piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê hatiye rawestandin. Bexda ji nû ve destpêkirina hinardekirina rojane 230,000 bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê weke şertekî sereke ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera her du aliyan de dibîne.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




