PeyamaKurd- Saziya Tiba Dadî ya Iraqê ragihand ku karwanê pêncemîn ê termên qurbaniyên komkujiya Girtîgeha Badûşê, ku ji 70 kesan pêk dihat, radestî malbatên wan hatin kirin. Hat diyarkirin ku di nav van qurbaniyan de xelkê parêzgehên Silêmanî, Diyale, Nînowa, Wasit û Besrayê hene. Ev kes di sala 2014an de, dema DAIŞê parêzgeha Nînowayê kontrol kiribû, hatibûn qetilkirin.
Heta niha ji 605 termên ku ji gorên komî hatine dîtin, nêzîkî 241 kes hatine naskirin. Berpirsa Beşa Gorên Komî Dr. Yasemîn Munzir diyar kir ku ji ber şert û mercên keşûhewayê û tevlîhevbûna hestiyan, pêvajoya naskirina terman bi zehmetî dimeşe. Hat ragihandin ku hîn derdora 350 term li benda pişkinîn û lihevkirina nimûneyên DNAyê ne.
Komkujiya Girtîgeha Badûşê
Komkujiya Girtîgeha Badûşê di 10ê Hezîrana 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve pêk hatibû. Li gorî raporên navdewletî, DAIŞê girtî li gorî mezheban ji hev cuda kirine û nêzîkî hezar girtiyên Şîe bi awayekî hovîtî qetil kirine. Saziya Tiba Dadî destnîşan kir ku xebatên wan ji bo naskirina termên din berdewam dikin û dê di rojên pêş de karwanekî nû radest bikin.