Wezareta Petrolê ya Iraqê Herêma Kurdistanê bi 'qaçaxçîtîya petrolê' tawanbar dike

PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hinardekirina petrolê de erkên xwe yên yasayî bicîh neaniye û hîn jî petrol ji herêmê "bi awayekî neqanûnî" tê derxistin.
Wezaretê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku biryarên dadgeha federal û qanûnên budceyê yên heyî bicîh bîne.
Di daxuyaniya wezaretê de hat îdiakirin ku divê hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê li gorî qanûna budçeyê radestî Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê bê kirin, lê ev pêvajo ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat "binpêkirin".
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber hinardekirina neqanûnî ya petrolê berpirsiyar e."
"Rêbazên yasayî nehatine sepandin"
Wezaretê destnîşan kir ku berê gelek caran hewl hatiye dayîn ku pirsgirêk bi rêya nameyên fermî û şandeyên taybet bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re were çareserkirin, lê ev hewldan bêencam mane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev rewş gefên cidî li ser aboriya Iraqê û navûdengê navneteweyî diafirîne."
"Kotayên OPECê jî di xetereyê de ne"
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kêmbûna radestkirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo hikûmeta navendî ji bo Iraqê zehmet kiriye ku sozên xwe yên hilberînê yên li hember OPECê bicîh bîne.
Wezareta federal got, "Iraq neçar e ku hilberînê li zeviyên din ên li derveyî Herêma Kurdistanê kêm bike, ku ev yek bandorek neyînî li ser dahatên welêt dike."
"Zirara aborî ya du alî"
Wezareta Petrolê ya Iraqê tekez kir ku ji ber "îxracatên neqanûnî" welat ziyanên aborî yên du alî dîtiye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêşî, ji ber neguhestina dahatên petrolê ji Kurdistanê bo xezîneya federal, windahiyên rasterast di dahatan de hene; ya duyemîn jî, ji ber kêmkirina hilberînê ji zeviyên din di çarçoveya pabendbûna bi kotayên OPECê de, windahiyên nerasterast hene."
Gavên yasayî di rojevê de
Wezaretê diyar kir ku lêkolîna li ser agahiyên derbarê barkirina "petrola qaçax" a ji Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Di dawiya daxuyaniyê de, tekez hate kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de "ji aliyê qanûnî ve bi tevahî berpirsiyar" e. Hikûmeta Iraqê jî ragihand ku ew mafê xwe yê bikaranîna hemû mekanîzmayên yasayî diparêze.





