Xesro Goran: Jimara wezaret û kursiyan ne xema PDK ê ye

Xesro Goran: Jimara wezaret û kursiyan ne xema PDK ê ye

PeyamaKurd- Berpirsê Dezgeya Hilbijartinan ya PDK ê Xesro Goran bo KDP.info yê ragihand ku PDK ne li pey jimara zêde ya wezaret û kursiyan e. Bo PDK ê tişta girîng avakirina hukumeta Kurdistanê ya bi hêz e. Xesro Goran weha ragihand:

“Kursiyên ku PDK werbige: Serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrtiya herêma Kurdistanê, cîgirê serokê parlementoyê, wezîrê navxwe, encumena asayîşê, wezareta perwerdê, wezareta tenduristiyê, çend deste û dezgeyên din yên herêma Kurdistanê.”

Xesro Goran, di dewama axaftina xwe de got ku kêmgirtina wezaret û kursiyên PDK ê bo rêzgirtina partiyên dinan e. Goran behsa mizgîniyeka nû da û got ku hukumeta Kurdistanê dê heya cejna Remezanê hatibe avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin