PeyamaKurd – Serokê grûba Partiya Demokrata Kurdistanê ya parlementoya Iraqê Umîd Xoşnaw ragihand ku hinek grûbên siyasî ji statuya Herêma Kurdistanê poşman bûne û naxwazin mafên Kurdistanê yên darayî bigihê Herêma Kurdistanê. Piştî heyeta Kurdistanê ya bilind ya muzakereyan ji Bexdayê dageriya, seredana parlementoya Kurdistanê kir. Umîd Xoşnaw di seredanê de weha got:
“Heyeta Bilind ya muzakereyan ya Kurdistanê li Bexdayê hevdîtinên mafên Kurdistanê yên darayî kirin û em bi hêvî ne ku budçeya sala 2021 ê di perlamentoya Bexdayê de derbas bibe. Em bi serokên grûban re û bi komîsyonan re civiyan û babeta me li ser ‘qanûna deyndariyê’ û li ser mafên Kurdistanê yên di budçeya sala 2021 ê de bû.”
Xoşnaw ragihand ku tewrê hukumeta Bexdayê baş bûye lê di parlementoyê de grûbekî şowenîst naxwaze mafê Kurdistanê bigihê Kurdistanê. Bo dayîna mehaneyên memûran ew destekê didin hevdîtinan. Xoşnaw agahî da parlementoya Kurdistanê û ragihand ku planên wan hene û ne bê planin.
Xoşnaw ragihand ku bo mafên xwe bidest bixin divê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin