PYD û YPG ji roja roj de ji bo paraztin û yekrêzîya xaka Sûrîyê şer kir. Gelek caran rayedarên Sûrîyê eşkere kirin ku wan Rojavayê Kurdistanê ji PYD re berdaye da ku xaka Sûrîyê biparêzin. PYD û YPG bi îdeolojî û serpereştîya PKK ev siyaset meşand û ji bo Sûrîye parçe nebe û Kurdên Sûrîyê jî wek Kurdên Başûr nebin xwedîyê statuyek mezin, rê li Pêşmergeyên Roj û xebata partîyên siyasî yên netewparêz girtin. Îro ev yek zêdetir eşkere bû û berdevkên YPG jî vê yekê venaşêrin.
Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (ango Rojavayê Kurdistanê) bi daxuyanîyekê eşkere kir ku peymana bi Sûrîyê re tenê peymana paraztin û ewlekarîya sînorên xaka Sûrîyê ye, lê hikûmeta Şamê xwe nade ber çareserîyek siyasî û xizmetên ku ne di berjewendîyên çareserîyê de ne dike.
Di daxuyanîyê de carek din tê gotin û tê dupat kirin ku Rêvebirîya Xweser di şerê ÎŞÎDê de zêdeyî 11 hezar şehîd dane û zêdeyî 24 hezar kes jî brîndar bûne.
Di dawîyê de zelal û eşkere tê gotin ku „Rêveberîya Xweser tenê ji bo yekîtîya Sûrîyê û bratîya xelkên herêmê xebitîye û şer kiriye, Rêveberîya Xweser ji bo Sûrîyeyek demokratîk wê xebatên xwe berdewam bike.“
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin