Awustralya bi dîmenên bêhempa derbasî 2025an bû
PeyamaKurd – Awustralya û Zelanda Nû wek yekem welatên cîhanê derbasî sala nû bûn. Li bajarê Sîdney ê Awustralyayê, welatî bi dîmenên fîşekên hewayî yên bêhempa derbasî sala 2025an bûn.
Li demeke ku li seranserê dinyayê pîrozbahiyên sersalê têne kirin û bendewariya derbasbûna sala 2025an tê kirin de, Awustralya bi dîmenên xweşik ji sala 2025an re got, merheba.
Piştî Awustralya û Zelanda Nû wê welatên Japonya, Taywan, Çîn û Rûsya bibin welatên destpêkî yên 2025an pêşwazî dikin.
Li Kurdistanê jî piştî van welatan bi 6 demjimêran sala 2025an dest pê dike.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.