Ji ber li jina xwendevana zankoyê zordariyê kirin, bi çakûç 8 kesan birîndar kir

Ji ber li jina xwendevana zankoyê zordariyê kirin, bi çakûç 8 kesan birîndar kir

PeyamaKurd – Li Japonya li payîtext Tokyoyê li zankoya Hosei xwendevaneka jin ragihand ku lê zordarî hatiye kirine û di wexta dersê de, bi çakûçekî li 8 xwendevanan xistiye û wan birîndar kiriye. Di lêdanê de di nav wan kesan de hene ku qet wan nasnake.

Jina xwendevan ya bi navê Yoo Ju Hyun (22) piştî bûyerê ji aliyê polîs de wê xistine binçav.

Li gor ajansa fermî ya Japonyayê ya Kyodoyê; jina xwendevan Yoo ya ku bi eslê xwe ji Kore ya Başûre, di îfadên xwe de gotiye di polekî de çakûçekî peyda kiriye û di berîka montê xwe de veşartiye û weha dewam kiriye:

“Zorê li min dikirin û ez difikirîm ku min kêm dibînin. Ez fikirîm û min tekane rê di êrîşa xwendevanên pola xwe de dît. Dema ez ketim pola xwe, ez li rêza pêş rûniştim û paşî derbasî rêza paş bûm û min êrîşê wan kir.”

8 kes birîndar bûne lê 7 kes ji wan ji serê xwe birîndar bûne. Polîs dibêje dirêjahiya çakûç 39 cm ye û di wexta êrîşê de di polê de 150 kes hebûne ku pol belkî weka salonn an anfiyê be.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.