PeyamaKurd- Hukumeta Îswîçreyê bi sedema ku dîplomatên Rûsya wezîfa xwe bi xerabî bikartînin, wê jimara wan kêm bike. Ragihandin ji wezareta karên derve ya Îswîçreyê hat kirin.
Li gor beyana wezaretê, banga rawestandina “xebatên ne qanûnî” bo dîplomatên Rûsya hatiye kirin û wê formalîteyên akredîtasyonê zêde bikin. Hem hukumeta Îswîçrê dixwaze ku dîplomatên Rûsyayê xebatên xwe yên li dijî rêxistin û dezgeyên dewleta wan bidin sekinandin.
Rojnameya Îswîçreyê ya bi navê Tages-Anzeiger raporekî belav kir û di raporê de hat gotin ku ji her 4 dîplomatên Rûsyayê 1 jê xebatkarê îstîxbaratêye. Rojname behsa xebatkarên mayînde yên ofîsa Neteweyên Hevgirtî ya li Cenevreyê dike û dibêje ew ofîs ji aliyê Rûsya de, bi armanca xebatên îstîxbaratê tê bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin