PeyamaKurd- Namzedê serokatiya Amerîkayê yê Partiya demokrat Joe Biden ragihand; eger bibe serokê Amerîkayê dê bo pençeşêrê derman bibîne. Biden bi sedema ku di sala 2015an de kurê wî yê 46 salî ji pençeşêra mêjî miribû, bi vî awayî wî bibîranî. Biden weha dewam kir:
“Ya rast ti fikreka wan ya di derbarê ku çi tê hîskirin de tineye. Bi wê sedemê di jiyana xwe de bo ez bawer bibim, gelek xebitîm. Eger ez bo serokatiyê bêm hilbijartin, ez soz didim we, ez ê ew tiştê tekane ku Amerîkayê biguhirîne, nîşanî we bidim û ez ê bo pençeşêrê derman bibînim.”
Joe Biden di dema serokatiya Obama de, di sala 2016an de agahiyên weka vêya dabû. Ew bernameyeka di derbarê pençeşêrê de ya bi navê ‘Cancer Moonshot' dabû destpêkirin û perê finansa lêkolînên nexweşîna pençeşêrê dabû.
Hilbijartina serokatiya Amerîkayê wê di payîza sala 2020an de bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin