PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Dinyayê WHO peketekî ji bo berlêgirtina rûdanên fetisandinê yên li sersanserê dinyayê belav kir. Di rêbera paketê ya bi navê "PROTECT Paket" 7 stratejiyên bingehîn hatin belavkirin ku hukumetên dinyayê dikarin bicîh bînin.
Peket, di roja berlêgirtina fetisadinan ya dinyayê de hat belavkirin. Di paketê de tedbîrên di nav avê de, ewlehiya li dora avê û ji bo ber li fetisandinan bigrin gelek tedbîr hene.
Di nav pêşniyarên tedbîrên WHO de, pêşdebirina avahiyên binê avê, perwerda avjeniyê, rizgarkirin û perwerda jiyana bingehîn û pêşdebirina şiyanan hene.
Di daxwuyaniya xwe de, WHO dibêje ku ji ber fetisandina di nav avê de, her sal 300 hezar kes can didin. Fetisandin bi taybetî di nav temenên 5-14an de çêdibin.
WHO dibêje fetisandinên ku çêdibin, %90ê wan li welatên ku dahatên wan kêmin an orte ne de çêdibin