PeyamaKurd- Hate ragihandin ku bi armanca berfirehkirina asoya bazirganiyê û dabînkirina derfeteke nû ji bo veberhêneran, şandeyeke payebilind a karsaz û veberhêneran Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Veberhênanê ya Erebî-Afrîkî dibin.
Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê eşkere kir, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê hevdîtineke vîdeoyî ya online li gel Seroka Yekîtiya Jinan a veberhênanê ya Erebî encam daye û biryar hatiye dayîn ku beşdarî konfransa veberhênana Erebî-Afrîkî bibin.
Hate diyarkirin ku Dr. Hidî Yisî, Seroka Yekîtiya Jinên Veberhêner ên Erebî, li ser rêyên xurtkirina pêwendiyên aborî gotûbêj kirine.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê bal kişandiye ser derfetên veberhênanê di sektorên cûda de û taybetmendî û hêsankariyên ku Herêma Kurdistanê ji veberhênerên biyanî re peyda dike.
Li gorî daxuyaniyê, vexwendinek fermî ji Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê re hatiye şandin da ku beşdarî "Konferansa Veberhênanê ya Navneteweyî ya Ereb-Afrîkî" bibe.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku Serokê Odeya Bazirganiyê bi kêfxweşîve nameya vexwandinê qebûl kiriye û ragihandiye: “Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê dê bi şandeyeke payebilind a karsaz û veberhênerên Herêma Kurdistanê re beşdarî vê konferansa girîng bibe, bi armanca avakirina piran û danûstandina ezmûnan bi şîrketên Ereb û Afrîkî re.”
Konferansa Veberhênanê ya Ereb-Afrîkî biryar e îsal li Tunisê tê lidarxistin.