Îlham Emed û Rohilat Efrîn beşdarî civîna Parlamentoya Ewropa ya ser Rojava dibin

Dîroka Weşanê :
 Îlham Emed û Rohilat Efrîn beşdarî civîna Parlamentoya Ewropa ya ser Rojava dibin

PeyamaKurd- Endama S&D a Parlamenta Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna bi mijara Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ya li Brukselê vexwendîname ji Îham Ehmed û Rohilat Efrîn re şand ku beşdarî civîna li Parlamentoya Ewropayê ya li ser Sûriye û Rojava bibin.

Hate ragihandin ku civîn li salona Spinelli 3H1 a Parlamenta Ewropayê tê lidarxistin.

Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê û muzakerevana sereke ya muzakereyên bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re dimeşîne Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn tevlî civînê dibin.

Di civînê de wê pêvajoya danûstandinan a navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê û peymana 29ê Çileyê bê nirxandin.

Di heman demê de dê hewldanên dîplomatîk ên dawî jî bêne nirxandin ku li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ji bo parastin piştgiriya navneteweyî hatine meşandin.