PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihandin ku di êrîşên hewayî yên Pakistanê de bo ser Afganistanê herî kêm 13 sîvîl mirine û 7 kes jî birîndar bûne. Rêvebiriya Afganistanê ragihand ku wê bersiva Pakistanê bide.
Misyona NY ya alîkariya Afganistanê (UNAMA) li ser rûdanê daxwuyanî da û got ku di 21ê Sibatê de êvarê êrîş hatine kirin û ji çavkaniyên baweriyê agahiyan sitendiye ku li Afganistanê gelek sîvîl can dane.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku êrîş li ser bajarê Nangarharê çêbûne û weha dewam dike:
Li gor agahiyên me yên niha; herî kêm 13 sîvîl mirine û 7 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok û jin hene.”
Pakistan dibêje ku baregehên Talîbana Pakistanê li Afganistanê hene û êrîşan ji ser axa Afganistanê dibin ser Pakistanê lê rayedarên Afganistan mijarê qebûl nake.