Banka Dinyayê bo avakirina Ûkraynayê texmîna xwe derxist ya peran 588 milyar dolarî

Dîroka Weşanê :
Banka Dinyayê bo avakirina Ûkraynayê texmîna xwe derxist ya peran 588 milyar dolarî

PeyamaKurd – Banka Dinyayê texmîna xwe ya bo avakirina Ûkraynayê ya ji nûh de, di nav 10 salan de derxist 588 milyar dolarî. Di rapora bankayê de hat gotin ku xesara rast e rast ya Ûkraynayê gihaye 195 milyar dolarî ku piraniya wan xanî, dezgeyên gihandinê û enerjîne.

4 sale ku Rûsya û Ûkrayna şer dikin û li ser ekonomiya Ûkraynayê YE, Banka Dinyayê, Neteweyên Yekgirtî û hukumeta Kievê raporekî amade kirine.

Banka Dinyayê bi hevkarên xwe yên geşepêdanê re ji bo sala 2026an bo başkirin û avakirina ji nûh de ya Ûkraynayê gavên girîng davêje.

Banka ji sala 2022an heya niha bo fînansa avahiyên hewandinê, paqijkirina mayînan, û veberhênanên giştî ji 15 milyar dolarî zêdetir mesref kiriye û bo xanî, enerjiyê, perwerdê, gihandinê û pêdiviyên bingehîn heya niha 20 milyar dolar pere dane.

Ji Sibat a 2022an heya dawiya 2205an di nav 46 mehan de xesara li Ûkraynayê ya rasete rast ji 195 milyar dolarî zêdetire.