PeyamaKurd – Li Rojhilatê Bakûrê Amerîkayê firtûna berfê çêbû, li ser rûdanê seferên balafiran betal kirin û dibistanan tatîl kirin. Dezgeyên fermî bo jiyan dewam bike ketin nav amadekariyê.
Şaredarê bajarê New Yorkê Zohran Mamdani ragihand ku ji sala 20217an heya niha cara yekeme ku hişyariya bahozê didin û rewşa awarte li bajêr radigihînin. Mamdani, erebeyên ku ne mecbûrin derên rê, derketina wan ya trafîkê qedexe kir.
Li seranserê herêmê qaliniya berfê ji 60 cm yî derbas kir û leza bayê di seetê de gihaye 110 km yan. Rayedar radigihînin ku xelk di malên xwe de bimînin.
Parêzgera New York Kathy Hochul li deverên ku berfa zêde dibare û ciyên ku berf lê bandorê bike, bang li 100 endamên parastvanên netewî kir da herin ser wezîfa xwe.
Parêzgerên bajarên Massachusetts, Connecticut û New Jerseyê jî rewşa lezgîn ragihandin û heman tedbîrên li jorê ferman kirin.
FEMA, wê xebatên xwe yên li hemberê afetan dewam bike û navenda NY ya li bajarê Manhattanê bo roja Duşemê dê girtî be.
Ji bo roja Duşemê ji 5 hezarî zêdetir seferên balafiran betal kirin. Dibistanan tatîl kirin û li bajarên New Jersey û Rhode Islandê seferên otobusan, sîstemna hesin û seferên trênan hatin rawestandin.