PeyamaKurd – Parlementoya Ewrûpayê bi sedema Amerîka di tarîfeyên baca gumrikan de ne zelale, xebatên xwe yên peymanên bazirganî yên navbera xwe û DYAyê rawestand.
Serokê Komîta Bazirganî yê navdewletî yê Parlementoya Ewrûpayê Bernd Lange piştî bûyeran daxwuyaniyekî nivîskî da. Bi nûnerên partiyên siyasî yên di komita bazirganî de civînekî kir û Lange got:
“Dadgeha Bilind ya DYAyê di 20 Sibata 2026an de biryara ku daye zelal e. Mirov nikare biryarê piştguh bike. Ne bijarteyekiye ku mirov karê xwe yên her wextî dewam bike. Peymana Turnberryê êdî nabe em bicîh bînin. Rewş ji ya her gavî bêhtir tevliheve. Ev rewş bi peyamana Turnberry re li hev nake.”
Lange ragihand ku niha Trump behsa %15 bacê dike û ev jî dûrbûna ji peymana Turnberry ye.