PeyamaKurd – Şebeka an ku kartela li Meksîkayê ya bi navê ‘Kartela Nesla Nû ya Jalisco’ (CJNG) piştî lîderê wê El Mencho hat kuştin, li seranserê welat rûdanên şiddetê belav bûn û rojnamevanê Tirkiyê Cüneyt Özdemir li eyaleta Jalisco li bajarê Puerto Vallarta, di otêlekî de asê ma.
Kartel ragihandiye ku her kî derê kolanan dê wan bikujin. Kartel temamê rêyan girtiye û ji tirsa kuştinê kes newêre derê derve. Rêyên balafirgehan girtine û seferên balafiran betal kirine.
Özdemir, ji bo tatîla xwe derbas bike, çûye Rojavayê Meksîkayê li eyaleta Jalisco li bajarê Puerto Vallartayê di otêlê de asê maye. Özdemir gotiye:
“Ez û hevjîna xwe ji bo tatîlê hatin vê derê. Heya niha kes dengê xwe ji geştiyaran re nedikir. Hevjîna min ji ber karê xwe, rojekî berê dageriya Amerîkayê. Ez ê jî piştî rojekî dinê biçûma. Niha asê mame. 31 eyaletên Meksîkayê hene û di 1/3 yê wan de rûdanên şiddetê hene. Dibistan girtîne, gihandina giştî nîne û mirov nikarin ji malên xwe derên derve. Lê li ciyên dinan jiyan normal dewam dike.”
Özdemir gotiye ku kes ji otêlê derneketiye derve û şeva xwe bi xebatkarên otêlê re derbas kiriye. Her weha kartela navborî bi herkesî re şer dike bê ku nas bike. Li ser bingeha kartelê rojnamevan Cüneyt Özdemir gotiye.
“Divê em wê têgeha çeteyan ya li cem me heye, ji bîra xwe derxin. Ji ber li vê derê kartel bi çekên giran, rêxistinekî wekî artêşekî paramîlîter bifikirin.”