Li balyozxana DYA ya Beyrûdê xebata tehliyê têkirin

Dîroka Weşanê :
Li balyozxana DYA ya Beyrûdê xebata tehliyê têkirin

PeyamaKurd – Televîzyona Lubnanê ya LBCê ku ji Lubnanê weşana xwe dike, ragihand ku balyozxana DYAyê ya Lubnanê; bi dehan xebatkarên xwe tehliye kiriye û xebatkar ji Lubnane veqetiyane.

Di xeberê de TV gotiye ku xebatkarên balyozxanê ji balafirgeha navdewletî ya Refîq Herîrî hereket kirine. Tê gotin ku li ser îhtîmala pêşdeçûnên dê bibin, balyozxanê tehliye kirine.

Heya niha balyozxane an DYA li ser mijarê ti daxwuyaniyekî fermî nedane.