PeyamaKurd – Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku balafirên îkmala jetan dikin yên DYAyê gihan balafirgeha navdewletî ya Îsraîlê ya bi navê Ben Gurionê û wêneyên balafiran parvekir.
Li gor wêneyên TV belav kiriye; heya niha 2 balafirên îkmala jetan gihane balafirgehê. Çapemeniya Îsraîlê her weha got ku keştiya balafiran ya DYAyê ya bi navê USS Gerald R. Ford gihaye nêzî Girava Gîrîdê.
Di xeberê de hat gotin ku keştî bo Îsraîlê ji êrîşên Îrane biparêze, ji Karayîpan derketiye rê û di Derya Sipî de, ber bi peravên Îsraîlê ve diçe.
Di muzakereyên navbera DYA û îsraîlê de heya niha pêşdeçûn hene an nînin nayê zanîn lê DYA bo her rewşê xwe amade dike.