Piştî gefên Ebû Huzeyfe li Reqayê êrîş: 4 endamên ewlehiyê hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Piştî gefên Ebû Huzeyfe li Reqayê êrîş: 4 endamên ewlehiyê hatin kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 23yê Sibatê li rojavayê parêzgeha Reqa ya Sûriyê, di encama êrîşeke çekdarî ya şaneyên DAIŞê de, 4 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Sûriyê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Navxwa ya Sûriyê ragihand ku piştî êrîşê, li gundewarên Reqayê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Yekîneyên taybet li pey şaneyên ku êrîş pêk anîne ne û operasyonên "paqijkirinê" li herêmê berdewam dikin da ku rê li ber êrîşên bi vî rengî bê girtin.

Ev êrîş piştî daxuyaniya berdevkê rêxistinê Ebû Huzeyfe El-Ensarî pêk hat, ku tê de bang li alîgirên xwe kiribû ku êrîşên xwe li her derê zêde bikin.

Berdevkê DAIŞê Ebû Huzeyfe El-Ensarî, di peyama xwe ya dawî de bi tundî gef li hêzên herêmî û navdewletî xwaribû. Piştî vê banga wî ku 48 saet bi ser de derbas bûn, şaneyên rêxistinê yên li çolterên Sûriyê û derdora Reqayê careke din dest bi liv û tevgerê kirin. Êrîşa li ser xala El-Sebahiyê wekî parçeyek ji vê stratejiya nû ya rêxistinê tê nirxandin.