PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîayan ji bo posta serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku ew dê bi ti rengan paşve nekişe û li ser bêçekkirina milîsan jî got, çek dê tenê di destê dewletê de bin.
ê Nûrî Malikî ji Ajans France Pressê (AFP) re israra xwe li ser mana di pêşbirka wergirtina posta serokatiya hikûmetê de ragihand û got, “Bi ti awayî niyeta min a vekişînê nîne û ez dê dev jê bernedim.”
Tevî hemû bang û zextên Amerîkayê li ser ewlehiya Iraqê û vekişîna wî ji namzediya serokwezîrîyê Malikî pabendbûna xwe tekez kir ku, di îhtîmala avakirina hikûmetekê de, kar ji bo wê yekê dike ku çek tenê di destê dewleta Iraqê de bin û diyardeya çekdarên derveyî qanûnê bidawî bîne.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li ser hestyariya têkiliyên Iraqê bi Îranê jî destnîşan kir ku, "Têkiliyên Iraqê bi Îranê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar tên avakirin, ne tiştekî din".
Malikî di bersiva pirsekê de li ser aloziyên deverê û bandora wan li ser Iraqê got: “Em dê bi ti rengan rê nedin ku binpêkirin û êrîş li ser ti balyozxaneyên biyanî li Iraqê bên kirin.”