Kaja Kallas: Agirbesta Şam û HSDê hestiyar û lerzok e

Dîroka Weşanê :
Kaja Kallas: Agirbesta Şam û HSDê hestiyar û lerzok e

PeyamaKurd- Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, îro 23yê Sibatê ji medya Ewropî re ragihand ku her çiqas li Sûriyeyê agirbestek (Şam-HSD) hebe jî ev rewş hîn gelekî "hestiyar û lerzok" e.

Kallas got ku daxwaza wan ew e ku hemû aliyên Sûriyeyê bi hev re kar bikin û diyar kir, "Em dixwazin hêzên Sûriyeyî hikûmeteke berfireh ava bikin ku tu kes li derveyî wê nemîne û aştiyeke niştimanî pêk were."

Kaja Kallas da zanîn, Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hemû şiyana xwe piştgiriyê dide vê pêvajoyê û ew niha di nav gotûbêjan de ne ‘gelo dema hatiye pêwendiyên dîplomatîk ên asta bilind bi Sûriyeyê re deynin an na?’.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Peymana HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 29ê Çileyê hatibû ragihandin û di 2yê Sibata 202’an de ketibû warê bicihanînê.