PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzeke Îsraîlê careke din kete derdora gundê Sayda El Colan ê Quneytrayê û li asmanê herêmê jî balafirên keşfê geriyan.
Hêza artêşa Îsraîlê ku ji çend wesayîtên leşkerî pêk dihat, îro 23yê Sibatê ket nav derdora gundê Sayda El Colan ê başûrê Quneytrayê.
Dewriye nêzîkî dîwarê sînor hate kirin û di heman demê de balafirên keşfê yên Îsraîlê jî li ser herêmê firînên çavdêriyê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di dema ketina herêmê de, ti operasyon nehatine kirin.