Mesrûr Barzanî bi 5 mîlyar dînaran 3 alavên pêşketî ji nexweşxaneya Duhokê re dabîn kir

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî bi 5 mîlyar dînaran 3 alavên pêşketî ji nexweşxaneya Duhokê re dabîn kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 alavên pêşketî bi bihayê zêdetir ji 5 milyar dînaran ji nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê re dabîn kirin, ku dê hin ji wê zexta zêde ya ku li ser wê sektorê li parêzgehê heye kêm bike û hem jî dema bendêmana nexweşan ji bo wergirtina çareseriyê kurt bike.

Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Duhokê îro 23yê Sibatê eşkere kir ku, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sê alavên bijîşkî yên stratejîk ji nexweşxaneyên parêzgeha Duhokê re hatine dabînkirin ku bihayê wan alavan jî 5 milyar û 100 milyon dînar in.

Li gorî du nivîsarên fermî, ku ji aliyê Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ve hatine îmzekirin, hûrgiliyên xercî û belavkirina wan alavan hatine ronkirin.

Hate diyarkirin, 2 milyar û 600 milyon dînar ji bo kirîna du alavên şikandina berikên gurçikan (Lithotripsy) ji bo Navenda Nexweşiyên Gurçikan a Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Duhokê hatine terxankirin.

Dîsa 2 milyar û 500 milyon dînar ji bo dabînkirina alaveke MRI Machine 1.5T ji bo "Nexweşxaneya Azadiyê ya Perwerdehiyê" li Duhokê hatine terxankirin. Ev pere li ser budçeya sala 2025ê ya Birêvebiriya Giştî ya Tenduristiyê ya Duhokê hatin xerckirin.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Duhokê da zanîn, bi gihîştin û xebitandina van alavên nû, asta xizmetguzariyên bijîşkî û tenduristiyê li parêzgeha Duhokê dê pêngaveke baş ber bi pêştir ve biçe û gelek hêsankarî dê ji nexweşan re bê kirin.