Armanc Rehîm: Mafê Kurdistanê heye gaz û petrola xwe bipêş bixe

PeyamaKurd - Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Iraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê de axivî.
Armanc Rehîm diyar kir, destûra Iraqê rê dide Herêma Kurdistanê ku gaz û petrola xwe bi pêş bixe.
Rehîm got, "Li gorî destûrê gaz û petrol ne tenê di desthilata Bexdayê de ye” û wiha pê de çû: “Ji sala 2014an heta 2023yan ti beşê budceyê ji Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin. Ji ber vê me biryar da ye ku bi awayekî serbixwe petrolê hinarde bikin û paşê jî peyman hat kirin da ku em bi rêya SOMOyê petrolê bifiroşin û dahata wê vegere Bexdayê."
Armanc Rehîm li ser rola kompanyayên Amerîkayê yên petrolê jî got,"Kompanyayên Amerîkî roleke mezin di bipêşxistina gaz û petrola Herêma Kurdistanê de dilîzin. Iraqê budceya Herêma Kurdistanê birî û em neçar man rasterast neftê bifiroşin."
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




