Bajarê Dîlokê di meha Nîsanê de bi 777 milyon û 529 hezar dolarê îxracatê kir

Bajarê Dîlokê di meha Nîsanê de bi 777 milyon û 529 hezar dolarê îxracatê kir

PeyamaKurd – Serokê Rêvebiriya Oda Sanayî yê Dîlokê (Gaziantep) Adnan Ünverdi ragihand ku di meha Nîsanê de bi miqdarê 777 milyon û 529 hezar dolarî îxracatê kirine.

Ünverdi, daxwuyaniya xwe bi nivîskî da û got di navbera meha yek (Kanûn) heya Nîsanê li gor sala borî ya eynî demê îxracat 0,5 zêde bûye û derketiye 3 milyar 253 milyon 315 hezar dolarî.

Di meha Nîsanê ya 2025an de îxracat li gor Nîsana sala borî %9 zêde bûye.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.