Iraqê aciziya xwe ya peymanên Kurdistan-Amerîkayê bi vekirina dozê nîşan da

Iraqê aciziya xwe ya peymanên Kurdistan-Amerîkayê bi vekirina dozê nîşan da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hikûmeta Iraqê li dijî peymanên enerjî-petrolê yên di serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Washingtonê de, bi kompaniyên Amerîkî re li ser petrol û gazê hatine îmzekirin, ketiye tevgerê û doz vekirine.

Li gorî nûçeya Reutersê Wezareta Petrolê ya Iraqê doz li dijî hikumeta Herêma Kurdistanê Kurdistanê vekiriye ku 3 çavkaniyan ev yek ji ajansê re piştrast kiriye.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî beşek ji sîstema federalî mafê wê heye peymanan ligel kompaniyan girê bide, lê hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federalî gelek caran ji vê re dibin asteng.

Herwiha ji ber wan hewlên Iraqê, hinardeya petrola Kurdistanê ya bo bendera Ceyhan a Tirkiyê jî ev du sal in rawestiyaye û Iraqê doz li Tirkiyeyê jî vekiribû.

Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.