Ji bajarê Rize di 4 mehên ewilî de îxraca çayê 5,5 milyon dolarî derbas kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Rêvebiriya Yekîtiya Îxracatvanên Rojavayê Derya Reş û hem serokê komîta sektora çayê Şaban Turgut ragihand ku di 4 mehên ewilî yên salê de çaya ku îxracî derveyê welat kirine, miqdarê wê gihaye 5 milyon 599 hezar û 758 dolarî.
Şaban Turgut, bo AAyê ragihandiye ku %54ê îxaracata çayê ji bajarê Rize hatiye kirin. Li şarê Rize di 4 mehan de 1240 ton çay îxracî derve kirine û miqdarê perê çayê 5 milyon 599 hezar û 758 dolar e.
Turgut ragihand ku di nav 4 mehan de çayê îxracê 21 welatan kirine û weha dewam kiriye:
“Belçîka, Kibris û Amerîka welatên ku herî zêde me çayê firotiye wan. Ji Rize bo Belçikayê 3 milyon 744 hezar û 81 dolar, bo KKTCyê 718 hezar û 963 dolar û bo Amerîkayê 310 hezar û 727 dolarê çayê firot. Ji heman dewra sala borî cuda, îxracata çayê bo welatên Îtalya, Brîtanya, Japonya, Singapur, Moxolîstan, Özbekistan û Sirbistanê jî kirine.”
Turgut got ku her diçe eleqa bi çaya Tirkiyê re zêdetir dibe û bendeya wan ya îxracatê hê jî dê zêdetir be.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




