Ji ber dorpêçên Amerîkayê hinardeya petrola Îranê bo Çînê gelekî kêm bû

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber dorpêçên Amerîkayê yên ser neft û gaza sirûştî ya Îranê hinardeya petrolê bo Çînê zêdetirî ji %20 daketiye, her çiqas ku nirxa petrola OPECê neguheriye.
Li gorî kompaniya Vortexayê, Îranê bi sedema dorpêçên Amerîka yên ser neft û gazê, neftê %20 kêmtir dişîne Çînê û Çîn jî ne amade ye petrola zêdetirî ji Îranê bikire.
Hatiye diyarkirin ku yek ji sedema bingehîn a ku Çîn naxwaze petrola Îranê bikire, astengiyên li pêşiya keştiyên tankerên petrolê ye ku ji ber dorpêçên Amerîkayê şirket nikarin veguhestina petrolê li deryayan bikin. Hatiye ragihandin ku heta dewleta Panamayê jî alaya xwe li ser zêdetirî 500 keştiyan rakiriye bi sedema dorpêçên Amerîkayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, nêzî %90 ê petrola Îranê ji aliyê şirketên Çînî ve tê kirin. Meha borî bi tenê milyonek û 100 hezar bermîl neft firotiye Çînê ku dahata vê nezelal e. Beriya niha jî Îranê 2 balafirên kevn ên rêwîyan ku nirxa her yek ji wan 30 milyon Dolar bû bi nirxa 150 milyon dolarî li hember deynê neftê, ji Çînê wergirtibû.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




