Kara  BMW, Mercedes û Volkswagenê bi bandora Çînê her diçe kêm dibe

Kara  BMW, Mercedes û Volkswagenê bi bandora Çînê her diçe kêm dibe

PeyamaKurd – Her sê şîrketên otomotîvê yên Almanya bi sedema bihayê maliyetê, zêdebûna baca gumrika DYAyê û reqabeta ku ji Asyayê bo wan heye, bi taybetî bi bandora Çînê her diçe kara wan kêm dibe.

Di her sê mehên ewilî yên salê de, kara Mercedes-Benzê %40,7 ya BMW 25,12 û ya Grûba Volkswagenê %37 kêm bûye.

Li aliyekî Amerîka baca zêde datîne ser sektora otomobîlên Almanya, li aliyê dinê maliyeta li Ewrûpayê ya hilberîna otomobîlan zêdeye û li aliyê dinê bi Çînê, Japonya û Kore re reqabetê dike. Li Asya daîma maliyeta hilberînê ji ya Ewrûpayê kêmtire.

Di nav Grûba Volkswagenê de otomobîlên Audi, Bugatti, Seat, Skoda û Porsche hene. Di nav ya BMWê de BMW, MINI û Rolls-Royce hene. Muşteriyên otomobîlên navborî li Çînê gelek kemin.

Her sê hilberînerên otomotîvê di nav 3 mehan de heya niha jimara erebên firotine Çînê negihaye 1 milyonî.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.