Rûsyayê di 5 mehan de 2 milyon û 600 hezar bermîl petrol şand Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê ji destpêka sala 2025an ve ango piştî hilweşîna rejîma Esed, bi qasî 2 milyon û 600 hezar bermîl petrol hinardeyî Sûriyê kiriye.
Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyên petrolê yen li Londonê ragihandiye ku Rûsyayê hinardekirina petrolê bo Sûriyê zêde kiriye.
Hate diyarkirin, Rûsyayê ji destpêka 2025an ve, derdora 350 hezar ton petrol ango derdora 2 milyon û 600 hezar bermîl hinardeyî Sûriyê kiriye.
Reutersê daye zanîn: ”Keştiya bi navê Mîtzil ya Rûsî, ku di bin cezayên Amerîkî de ye, bi 140 hezar ton petrolê hatiye barkirin û berê wê li bendera Banyasê ya Sûriyê ye”.
Hatiye bibîrxistin, ”Rûsya ji demeke dirêj ve Sûriyê weke dergehekî sereke ji bo oporesyonên leşkerî û bazirganî li wan deveran dibîne”.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




