Rapor: Li gorî Amerîka veberhênana petrol û gaza Kurdistanê ji ya Iraqê bi ewletir e

PeyamaKurd - Malpera navdar a "Oil Price" îro 27ê Gulanê raporek derbarê tercîha Amerîka ya Herêma Kurdistanê wekî navçeyeke stratejîk ji bo pêşxistina berhemanîna neft û gazê belav kir.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku "Kompanyayên Amerîkî yên taybet bi enerjiyê, demeke dirêj e Kurdistanê weke cihekî hêvîdar û xwedî hêvîbexş ji bo veberhênana neftê dibînin."
Li gorî raporê, Amerîka ji bo veberhênana di warê neft û gazê de, Herêma Kurdistanê weke herêmeke ewletir û rastgotir ji Iraqê dibîne ku Kurdistan pabendî peymanan dimîne.
Di raporê de hatiye destnîşankirin, peymanên Herêma Kurdistanê ji peymanên hikûmeta federal a Iraqê "rastgotir, aramtir û bileztir" in.
Herwiha tê gotin, tevî ku Bexda li dijî van peymanan bû jî, kompanyayên Amerîkî di karên xwe yên li Herêma Kurdistanê û hinardekirina neftê de berdewam in.
Hêjayî gotinê ye, ev nirxandin piştî serdana Washingtonê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya roja 17ê Gulanê hatiye kirin ku roja 19ê Gulanê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washintonê, serpereştî û çavdêriya merasîma îmzekirina du rêkeftinên girîng di warê enerjiyê de bi kompanyayên Amerîkî yên neftê (HKN Energy) û (Western Zagros) re îmze kiribû. Nirxê giştî yê van rêkeftinan digihîje bi deh milyar dolaran û tê çaverêkirin, bandoreke berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora neft û enerjiyê, herwiha li ser bihêzkirina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bike.
Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.




