Şêwirmendê Trump, Harold Hamm ji bo petrola Diyarbekirê serdana Tirkiyê dike

Şêwirmendê Trump, Harold Hamm ji bo petrola Diyarbekirê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Sermayedarê Amerîkî yê xwediyê kompaniya Continental Resources û şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Harold Hamm ku şirketa wî ji bo derxistina petrola tehtî li Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê demek berê peyman girêdabû serdana Tirkiyeyê dike.

Kompaniya Harold Hamm, TransAtlantic Petroleum demek berê bi Kompaniya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) re li ser derxistina petrola tehtî ji Diyarbekirê û ji bo gaza sirûştî ya devera Trakya ya Tirkiyeyê peyman girêdabûn.

Xebatên lêgerîna petrolê li Diyarbekirê û gaza sirûştî li Tirkiyeyê hatine destpêkirin û li gorî çavkaniyan, li Diyarbekirê potansîyeke mezin a petrola tehtî heye ku bernameya sondajê havîna îsal 2025ê dikeve meriyetê.

Li gorî peymana petrol û gazê tê pêşbînîkirin 6 milyar bermîl petrol û 550 milyar metreçarçik gaz li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê derxistin.

Hate ragihandin ku Hammê bandoreke wî ya zêde li ser biryarên Trump heye û ji 2026an ve şêwirmendiya wî dike, wê serdana Tirkiyeyê bike.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.