Şandeke Bexdayê ji bo mûçe û xanenişînan serdana Hewlêrê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 25ê Hezîranê roja Çarşemê şandeke Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê serdana Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û danûstandin li ser mijara jêbirîna mûçeyên fermanberan û xanenişînên Herêma Kurdistanê bi rêjeya 3% kir.
Ragihandina Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, şandeke Hikûmeta Federal a Iraqê bi serokatiya Rêveberê Giştî yê Sindoqa Xanenişîniyê ya Iraqê Hayder Casim serdana Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, armanca wê serdanê gotûbêjkirina mijara jêbirîna bi rêjeya 3% ya mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê bû, li gorî bicihanîna qanûna xanenişîna Iraqê ya yekgirtî û li ser daxwaza Wezareta Darayî ya Iraqê ji 1/1/2014 heta 1/6/2025 dê bi awayê qistên mehane jê re bê vegerandin.
Hate diyarkirin ku di beşeke din a civînê de, pirsa xanenişîniya hêzên Pêşmergeyan û çawaniya hesabkirina xizmet û mûçeyên wan di çarçoveya qanûna xanenişîniyê ya yekgirtî ya Iraqê de hatin nîqaşkirin.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê roja 13ê Gulana 2025an bi awayekî fermî Serokê Desteya Xanenişîniya Niştîmanî û Rêveberê Giştî yê Sindoqa Xanenişîniyê ya Iraqê vexwendibû da ku bicivin û pirsgirêkên têkildarî xanenişîniyê li Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




