S&P Global Ratings, texmîna pêşdeçûna aboriya herêma Euroyê daxist %0,9an

S&P Global Ratings, texmîna pêşdeçûna aboriya herêma Euroyê daxist %0,9an

PeyamaKurd -  S&P Global Ratings, texmîna pêşdeçûna aboriya herêma Euroyê ya sala 2025an daxist %0,9an. Sedem jî, ji ber hinek mjarên nezelal û tarîfeyên gumrikê yên Amerîkayê (DYA) ku datîne an daniye ser herêma Ewrûpayê.

Bendene ku tedbîrên teşwîqên malî yên Almanya û Yekîtiya Ewrûpayê di sala 2026an de vebin û aboriya wan xwe bide ser hev. S&P Global Ratings rapora xwe ya bi navê an di bin serikê ‘Xwuyaniya aboriyê ya Herêma Euroyê 2025 çaryeka 2em: Dinyakî ne zelal’ belav kir.

Li gor raporê; texmîna pêşdeçûna an mezinbûna aboriyê ya Herêma Euroyê ku ber %1,2 danîbû, bi sedema bandorên bacê yên Amerîkayê yên li ser Ewrûpayê û hem nezaliliyên Ewrûpayê di hinek mijaran de, daxist %0,9an.
Banka Navendê ya Ewrûpayê di meha Hezîranê de dikare faîza xwe ya dawiyê ya salane daxîne %2,25an lê dibe di sala 2026an de, piştî meha 6an car din faîzan bilind bike. Li ser mijarê serokê aborînas yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Sylvain Broyer, li ser raporê şiroveyan kiriye, gotiye ku xwuyayiya aboriyê nezelale û weha dewam dike:

“Ji ber wê, em li ser encama tarîfeyên Amerîkayê, li ser çend sanaryoyan radiwestin. Di sanaryoya ku tarîfe bi bandorin de, pêşdeçûna aboriya Herêma Euroyê, dibe  îsal %0,5 û di sala 2026an de bi %1,2 sînordar be.”

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.