46 mafnasên Kurd ji bo Efrînê bang li raya giştî ya cîhanê kirin

46 mafnasên Kurd ji bo Efrînê bang li raya giştî ya cîhanê kirin

PeyamaKurd - 46 mafnas û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, di derbarê binpêkirinên li Efrînê de pêşnûmayeke hevpar li ser binpêkirinan amade kirin.

Pêşnûma wek peyamekê ji saziyên navneteweyî, çapemenî, hikûmet û parlementoyên DYA, Brîtanya, Almanya, Yûnanîstan, Fransa, Belçîka, Danîmarka, Swêd, Norwêc, Swîsre, Luksemburg û Bosna-Hersekê re hat şandin .

Di pêşnûmayê de ev daxwaz hatin kirin:

“Em komek parêzerên Kurd ên ku bi dilxwazî ji bo li Rojava, paraztina mafên gelê Kurd bikin û  hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî welatiyên Kurd ên ji aliyê komên çekdar ên tundrev ku ji aliyê Tirkan ve têne piştgirîkirin ronî bikin kar dikin. Ev komên milîs ên ku goya girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê ne, ji bo kontrolkirina herêma Efrînê her cure tund û tûjiyê pêk tînin.

Pêşnûmaya ku tê de binpêkirinên li dijî gelê Kurd ên li herêma Efrînê hatine destnîşankirin, ji bo ronîkirina binpêkirinên li herêmên din ên li Kurdan têne sepandin jî pencereyek tê vekirin.

“46 parêzer armanca înîsiyatîfê wiha rave dikin”

Di daxuyaniya parêzvanan de armancên înîsiyatîfê wiha hatine rêzkirin:

1. Ji bo bi rîwangeya hiqûqa Kurd têgihîştina rastiyan, hişyarkirina ji rewşa gelê me ya parlemento, wezaret û forumên navneteweyî.

2. Ji bo Hikûmet vê pêşnûmayê wek belgeyeke referansê tomar bikin û li cem xwe bigirin.

3. Ji bo alîkarîkirina agahdarkirina dezgehên navneteweyî û ragihandina binpêkirinan a çalakvanên mafên mirovan ên Kurd.

4. Ji bo domandina hewlên hevpar ên bandorkirina navendên biryardariyê û raya giştî.

Înîsiyatîfa parêzeran gellek bertekên erênî wergirt û ji bo rênîşandariya xebatên polîtîk, bi mebesta hilsengandinê hate pêşwazîkirin.

Nivîsandina bi rîwangeya Kurdên (ên li welatên rojava dijîn) ku bêyî agahdarkirina raya giştî şahidiya van binpêkirinan dikin wê hin vajîtir be.

Di pêşnûmayê de her wiha ev tişt hatin destnîşankirin: “Em hêvî dikin ku her kesê ku peyama me bixwîne, li her derê ji bo peydakirina piştgiriya doza Kurd parve bike.”

------------------

“Tundiya keyfî, tacîz, talan, kuştin… Hîn jî didome”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji 18ê Adara 2018an ku operasyona li dijî Efrînê ya Tirkan a bi beşdariya komên çekdar ên ku di nav wan de leşkerên peregir jî hebûn vir ve, yên li jêr hatine tomarkirin jî tê de, rojeke ku gellek binpêkirinên mafên mirovan pêk neyên tune ye.”

Di dewamê de ev agahî hatin dayîn:

"1. Kuştin û revandina sîvîlan a sîstematîk ku nav wan de jin û zarok jî hene, girtinên keyfî, windakirinên bi zorê û skencekirinên bi armanca wergirtina fîdyeyê berdewam dikin.

2. Weke çeka şer bikaranîna sîstematîk a tundiya zayendî.

3. Desteserkirin an jî wêrankirina milkên taybet berdewam dike.

4. Guhertina demografîk, avakirina wargehan û polîtîkaya plankirina bi sîstematîk a ji nû ve niştbûnê bi heman awayî didome.

5. Bi birîna daran û têkbirina daristanan wêrankirina erdnîgariyê didome.

6. Wêrankirina şûnwarên arkeolojîk û talankirina bermahiyên dîrokî didome…”

Ev tawan, ji ber mafên mirovan û mafê mulkiyeta taybet binpê dikin, dikevin kategoriya tawanên şer ên li dijî sivîlên li ser xaka xwe dijîn.

Di 13ê Adara 2024an de yek ji nişteciyên Idlibê, li bajarê Cindirêsê zarokê Kurd Ehmed Xalid Memû kuşt û termê wî avêt bîreke avê.

Ev tawan, yek ji xeleka zincîreya tawanan e ku dem bi dem ji bo şikandina îradeya gel, di çarçoveya siyaseta guhertina demografiya herêmê de û bi terorkirin, desteserkirin û koçberkirina wan neçarî derketina ji malên xwe ye.

Kurdên Êzidî yên li Efrînê jî ji ber gefan neçar dimînin ku bibin misilman.

Bêguman ev tawan, li gorî peyman, girêbest, hiqûqa mirovî ya navneteweyî û çar peymanên Cenêvê yên 1949an û du protokolên pêvek ên wan ên sala 1977ê, digihin asta tawanên jenosîdê û li gorî Peymanên Laheyê yên 1899-1907an, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a 1948an û du Peymanên Navneteweyî yên 1966an tawanên şer û tawanên li dijî mirovatiyê ne

Ji ber vê yekê em li benda we ne ku hûn xwestekên jêrîn bixwazin:

“1. Ji bo di derbarê van tawanan de destpêkirina lêkolîneke navneteweyî û pêkanîna hesabdayîna kirdaran bikevin nav hewldanan.

2. Ji ber ku Tirkiye, wek dewleteke dagirker erkên xwe bi cih nayîne, sivîlan naparêze û aştî û ewlehiya navneteweyî binpê dike, ji bo sivîlên Efrînê daxwaza parastina navneteweyî bikin.

3. Ji bo şopandina rewşê û amadekirina raporan a ji raya giştî re, ji medyaya navneteweyî daxwaza beşdariya vê mijarê bikin.”

Dem û alîkariya we ji bo me pir bi nirx e. Em amade ne ku di derbarê hemû binpêkirinên li Efrînê de raporên berfireh pêşkêş bikin.

Bi rêz û hurmeta bêhempa..."